Elmanya: Hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê rewa nîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317463-elmanya_hebûna_tirkiyê_ya_li_sûriyê_rewa_nîne
Hikumeta Elman cara yekê bi rengekî eşkere ragihand ku ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê a li bakur û bakurê rojhilata Sûriyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2020 07:56 Asia/Tehran
  • Elmanya: Hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê rewa nîne

Hikumeta Elman cara yekê bi rengekî eşkere ragihand ku ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê a li bakur û bakurê rojhilata Sûriyê ye.

 Dema ku dewleta Tirkiyê destpêka sala 2018'an li Efrînê dest bi desdirêjî û êrişên dagirkirinê kir, Elmanya bi dengekî bilind li ber vî kiryara Tirkiyê ranebûbû. Hikumeta Elman a Federal bi gotina "Bila hiqûqa navneteweyî neyê binpêkirin, bila sivîl bên parastin" tenê şîret li dewleta Enqerê kiribû. Cotmeha 2019'an jî li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tenê bi rengekî sembolîk ambargoya çekan danîbû ser dewleta Tirkiyê.

Lê belê Hikumeta Federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel piştî du salan yekemcar bi gotinên eşkere û berbiçav eşkere kir ku ew li dijî hebûna dewleta Tirkiyêli deverên kurdî ên Sûriyê û Bakur ûRojhilatê Sûriyê ne. Ev daxuyanî piştî pêşnûme-pirsa Partiya Çep a li ser têkiliyên bi teşkîlata birêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê hate dayin.