-
Di encama ketina firokeya leşkerî ya Tirkiyê da 7 kes mirin
Tîrmeh 16, 2020 05:53Wezareta karên hundir a Tirkiyê ragihand ku di encama ketina firokeyeke naskirinê li parêzgeha Wanê 7 çekdarên vî welatî mirin.
-
15ê Tîrmehê (Tirkiye) - Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an
Tîrmeh 16, 2020 04:59Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, Fahrettîn Koca da xuyakirin ku roja 15ê Tîrmehê 17 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û 947 kes jî bi vîrûsê ketin. Bi vî awayî hejmera kesên ji ber şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî bû 215 hezar û 940.
-
"Celadet Elî Bedirxan" hat bibîranîn
Tîrmeh 16, 2020 04:56Berdevka Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Sevtap Akdağ Karahali, bi munasebata salvegera mirina siyasetmedar û zimanzan Celadet Elî Bedirxan daxuyaniyek da û ev tişt got: “Li dijî polîtîkayên pişaftinê, çand û ziman em Celadet Elî Bedirxan bi rêzdarî bi bîr tînin.”
-
Heskîf - Şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin
Tîrmeh 16, 2020 04:40Ekolojîst Ertûgrûl Barka ji bo Heskîfa di bin avê de hat hiştin diyar kir ku bi vî awayî armanc tunekirina bîra çandî ye û got: "Şaristaniyek, ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin."
-
Artêşa Lîbyayê: Tirkiye çeteyan li derdora Sirteyê zêde dike
Tîrmeh 15, 2020 10:01Rayedarê ji hêzên Xelîfe Hefter a bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Emîd Xalid Mehcûb diyar kir ku Tirkiyê derdora 10 hezar çete li derdora Sirteyê bi cih kirin û bibe ku êrişî Sirte û Cefrayê bike.
-
Daketina Hevsengiya malî ya Tirkiyê ji 16.7 miliyar dolarî derbas bû
Tîrmeh 14, 2020 16:01Daketina Hevsengiya malî ya Tirkiyê di pênc mehên destpêkê yên sala 2020î da ji asta 16.7 miliyar dolarî derbas bû.
-
23 leşkerên artêşa Tirkiyê bi Vîrûsa Koronayê ketin
Tîrmeh 14, 2020 12:12Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala tûşbûna 23 leşkerên Tirkiyê bi Koronayê li leşkergeha 58an a hêzên bejahiyê yên artêşa Tirkiyê li navçeya Bordorê kir.
-
Li Şaredariya Giyadînê jî Qeyûm hat tayînkirin
Tîrmeh 14, 2020 04:54Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî Şaredariya HDP'î ya Giyadîn a Agiriyê kir.
-
Tirkiye: "Hegera nakokiya me û Fransayê kurd in"
Tîrmeh 14, 2020 04:26Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand: "Me zêdetirîn nêzikatî derbarê Sûriyê bi Fransayê ra hebû, lê nakokiyên me digel Parîsê piştî piştevaniya wî welatî ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest pê bû."
-
Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bi ser 214 hezaran ket
Tîrmeh 14, 2020 04:09Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 8 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.