Artêşa Lîbyayê: Tirkiye çeteyan li derdora Sirteyê zêde dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317715-artêşa_lîbyayê_tirkiye_çeteyan_li_derdora_sirteyê_zêde_dike
Rayedarê ji hêzên Xelîfe Hefter a bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Emîd Xalid Mehcûb diyar kir ku Tirkiyê derdora 10 hezar çete li derdora Sirteyê bi cih kirin û bibe ku êrişî Sirte û Cefrayê bike. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2020 10:01 Asia/Tehran
  • Artêşa Lîbyayê: Tirkiye çeteyan li derdora Sirteyê zêde dike

Rayedarê ji hêzên Xelîfe Hefter a bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Emîd Xalid Mehcûb diyar kir ku Tirkiyê derdora 10 hezar çete li derdora Sirteyê bi cih kirin û bibe ku êrişî Sirte û Cefrayê bike. 

Mehcûb ji tora Sky News Arabiye re diyar kir ku artêşa nîştimanî ya Lîbyayê tevahiya tevgerên milîşan dişopîne û Tirkiyê ji bo xeta avê ya dûrî Sirteyê derbe bike, gelek balafirên bêpîlot şandin.

Mehcûb da zanîn ku artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ji bo parastina asmanî xwedan gelek karînan e, di encamê de tevgera balafirên bêpîlot ên Tirkiyê asteng dike. Mehcûb got ew ji bo hemû êrişên muhtemel amade ne û ew ê bersiva êrişên Tirkiyê bidin.

Mehcûb bal kişand ser ku ewlehiya Misirê ji ewlehiya Lîbyayê ye û ji mafên wan e ku alîkariyê ji kesên garantiya ewlehiya wan didin, bixwazin.