-
Parêzerên Ocalan giliya xwe birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Tîrmeh 31, 2020 02:00Parêzerên rêberê zîndanî yê PKKê jibo wêdadayîna berbendên têkiliya bi zîndana Îmraliyê ra, giliya xwe birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
-
Di şewata daristana Liceyê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin
Tîrmeh 30, 2020 19:46Li navçeya Liceyê Amedê piştî agir bi daristanê ket, ji ber mudaxile nayê kirin bi rojan e daristan dişewite. Derket holê ku di şewata daristanê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin.
-
Hikmet Serbilind: Tu ciyawaziyek navbera Dawûdoxl û Erdoxên tune / Sozên ku didin her virr û derew in
Tîrmeh 30, 2020 13:37Sekreterê Partiya Îslamî ya Kurdistana Tirkiyê (PÎK) got: Ehmed Dawûdoxlû jî wekî Receb Teyib Erdoxan dixwaze Kurdan bixapîne.
-
Welatî: Em nikarin cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin
Tîrmeh 30, 2020 13:23Welatiyên ku Cejna Qûrbanê di nava krîza aborî de pêşwazî dikin diyar kirin ku ew hatine asta ku nikarin ji zarokên xwe re cilên cejnê bikirin û esnaf jî nikarin kirêyên xwe bidin.
-
Tirkiyê Qanûna Kontrola Torên Civakî dan pesendkirin / Erdoxan: Platformên derveyî jibo vî miletî guncan nînin
Tîrmeh 30, 2020 09:28Receb Teyib Erdoxan Serokoamrê Tirkiyê ragihand ku rêzik û qanûnên Tirkiyê jibo kontrolkirina medyayên civakî an girêdana wan dide nasandin.
-
Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
Tîrmeh 30, 2020 06:37Şewata ku ji roja Sêşemiyê va li 5 gundên Licê derketibû, ji ber ku xebatên cemidandinê li wan nehatin kirin, careke din dest pê kir.
-
Tirkiye (29ê Tîrmehê) - Kesên ji ber Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 659'an
Tîrmeh 30, 2020 06:33Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê ragihand ku îro li Tirkiyê 14 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan û 942 kes jî bi vîrûsê ketin.
-
Human Rights Watch: Polîs û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê binpêkirinên xeternak pêk anîne
Tîrmeh 30, 2020 05:35Îro (Çarşemê) rêxistina Human Rights Watch bang li hikumeta Tirkiyê kir ku têkildarî êşkencekirin û dan û standina xerab a hêzên ewlekariyê li Stenbolê û bûşûr rojhilatê welêt, lêpirsînê veke.
-
Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin
Tîrmeh 28, 2020 14:51Ji Ocaxa Derwîş Cemal pîr Hasan Hayrî Şanli û ji Ocaxa Celal Abas jî pîr Zeynel Batar, bertek nîşanî îhaleyên ku ji bo sewalên kovî hatine vekirin dan û ev tişt got in: “Dawiya nêçirvaniyê bela ye. Bila nekin, dev jê berdin.”
-
Li Lîcê agir bi daristanê ket
Tîrmeh 28, 2020 14:51Li qada daristanî ya dikeve navbera gundên Derxust, Sîsê, Cinezur û Cimar ên girêdayî navçeya Lîcê şewatê rû da. Ekîbên agirkuj gotin ew der “qada çiyayî ye” û mudaxileyî şewatê nekirin. Hat diyar kirin ku ji ber bayê şewat belav dibe.