Li Lîcê agir bi daristanê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318122-li_lîcê_agir_bi_daristanê_ket
Li qada daristanî ya dikeve navbera gundên Derxust, Sîsê, Cinezur û Cimar ên girêdayî navçeya Lîcê şewatê rû da. Ekîbên agirkuj gotin ew der “qada çiyayî ye” û mudaxileyî şewatê nekirin. Hat diyar kirin ku ji ber bayê şewat belav dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2020 14:51 Asia/Tehran
  •  Li Lîcê agir bi daristanê ket

Li qada daristanî ya dikeve navbera gundên Derxust, Sîsê, Cinezur û Cimar ên girêdayî navçeya Lîcê şewatê rû da. Ekîbên agirkuj gotin ew der “qada çiyayî ye” û mudaxileyî şewatê nekirin. Hat diyar kirin ku ji ber bayê şewat belav dibe.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Agir bi qada daristanî ya dikeve navbera gundê Derxust, Sîsê, Cinezur û Cimar ên girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê ket. Sedema şewat rû da nehat zanîn. Ji ber tesîra bayê şewat belav bû. Welatiyên gundan li ser vê yekê agahî dan ekîbên agirkuj. Ekîbên agirkuj bi hinceta ew der “qada çiyayî ye” mudaxileyî şewatê nekirin.   Welatiyên, li ser vê yekê bi derfetên xwe dest bi vemirandina agir kirin û diyar kirin ku ji ber tesîra bayê şewat belavî cih û warên welatiyan dibe.