-
Li Tirkiyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 223 hezar û 759an
Tebax 09, 2020 18:12Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1103 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 223 hezar û 759an.
-
Esnafên Mêrdînê: "Yan em ê dest bidin hev, yan jî em ê bi hevre noq bibin"
Tebax 09, 2020 22:25Bi belavbûna şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re, aboriya Tirkiyê derbeyeke giran xwar. Esnafên Mêrdînê, anî ziman ku wisa dewam bike, ew ê heta dawiyê deyndar bibin û gotin: “Yan em ê dest bidin hev, yan jî em ê bi hevre noq bibin.”
-
Xarpêt - Agir bi daristana Qereqoçanê ket
Tebax 09, 2020 22:25Li Navçeya Qereqoçanê ya Xarpêtê (Elazîx) agir bi daristanê ket. Piştî agir bi daristanê ket, ji ber bayê zêde agir belav dibe.
-
Tirkiye - Li Îdirê wesayîta eskerî qulipî: 6 esker birîndar bûn
Tebax 09, 2020 21:56Li Îdirê, wesayetî eskerî qulipî û 6 esker di qezayê de birîndar bûn.
-
Davutoglu: Pirsa kurdî mehkûmî bêçareseriyê kirin
Tebax 09, 2020 18:36Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê ragihand: “Pirsa Kurd mehkûmî bêçareseriyê kirin. Ew tenê vê yekê dizanin ku dengên we werbigrin, eger nikaribin dengên we jî bigrin, qeyûmekî dişînin we û vedigerin diçin.”
-
Kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê
Tebax 09, 2020 18:16Wezareta Parastinê ya Tirkiyê dibêje serbazekî vî welatî li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin û 3 serbazên din jî birîndar bûn.
-
Artêşa Tirkiyê gundên Bankê û Evlehê yên Zaxoyê topbaran dike
Tebax 09, 2020 04:34Artêşa Tirkiyê gundên Bankê û Evlehê ku di heman demê de herêmeke geştiyariyê ye topbaran dikin, agir bi herêmê ketiye. Her wiha li ser herêmê balafirên şer jî difirin.
-
Hefteya 600’emîn a Çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Amedê
Tebax 08, 2020 22:15Li Amedê, Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin, di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku 600 hefte ye tê lidarxistin de axivî û got ku heta windayê dawîn bên dîtin û bê darizandin dê têkoşîna wan bidome.
-
Esker mewlîda kurdî di nivî de birî: "Yan bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwîne"
Tebax 08, 2020 14:58Li gundê Satya yê navçeya Sûrê, esker mewlîda kurdî ya mela dixwend, di nivî de birî û hişyariya “Tu yê mewlîdê ya bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwînî” kir.
-
Medya nêzikî PKK'ê: "Li Heftenînê leşkerên Tirkiyê hatin dorpêçkirin: 13 leşker hatin kuştin"
Tebax 08, 2020 14:15"Li Pîrbûla ya Heftanînê leşkerên Tirkiyê hatin dorpêçkirin. Di şerê qewimî de heta niha 13 leşker hatin kuştin."