-
Li Bedlîsê ji ber berfa giran riyên 275 gundan hatiye girtin
Adar 28, 2021 04:42Li bajarê Bedlîsê yê kurdan li Tirkiyê ji ber berfa giran ku ev bû sê roj bênavber dibare riya 275 gelek gundan hat girtin.
-
Elî Babacan: Kadrî Yildirim ji bo zindîkirina Kurdî kedeke bêhempa da
Adar 28, 2021 06:35Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan bi minasibeta koça dawî ya Prof. Dr. Kadrî Yildirim peyamek belav kir û têde ragihand ku “Kadrî Yildirim ji bo zindîkirina Kurdî ku yek ji wan zimanên kevnar ên van axan e, kedeke bêhempa da.”
-
Prof. Dr. Kadri Yildirim spartin xakê
Adar 28, 2021 05:44Akademîsyen û siyasetmedar Prof. Dr. Kadrî Yildirim duh bi beşdariya bi hezaran hezkirî, dost, heval û xwendekarên xwe li Diyarbekirê bi xakê hat spartin.
-
Ji bo Dayîkên Şemiyê ji 3 meh heya 6 salan zindan hate xwestin
Adar 28, 2021 04:52Dayîkên Şemiyê, anku kesên ku xizmên wan wenda ne bi tometa ku li hemberî qanûna xwepêşandan û meşê derketine, tên darizandin. 46 kesên ku beşdarî 700mîn hefteyê çalakiya ‘Daykên Şemiyê’ bibûn tevî hejmarek zêde ya parêzer û parlementeran li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bûn. Bo wan ji 3 mehan ta 6 salan ceza tê xwestin.
-
Gotûbêja serokên HDPê tev Sekretera giştî ya Konseya Ewropayê
Adar 27, 2021 11:33Serokên Paertiya demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) di civîneka mecazî da tev Mariya Borîç Sekretera giştî ya Konseya Ewropayê axivîn.
-
Li Tirkiyê 157 kes bi koronayê mirin
Adar 26, 2021 20:04Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 731 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin û herwiha 157 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.
-
Profesor Dr. Kadrî Yildirim koça dawî kir
Adar 26, 2021 19:25Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim îro li nexweşxaneyeke Diyarbekirê koça dawî kir.
-
468 penaber ji aliyê hêzên perravî yên Tirkiyê hatin rizgarkirin
Adar 25, 2021 13:47Hêzên peravê yên Tirkiyê 468 penaxwazên vegerandî ji avên Yûnanê rizgar kirin.
-
Civîna Yekîtiya Ewropayê bi beşdariya Joe Biden / Tirkiye di bin hûrbîniya Ewropayê da
Adar 25, 2021 09:59Di civîna îro Pêncşemiyê ya Yekîtiya Ewropayê da, 27 welatên endamê vê yekîtiyê dixwazin Enqerê heta Hezîranê derbarê mijara maf û azadiyan bixin bin çavdêriyê.
-
Konferansa Aştiyê ya Efganistanê dê meha Nîsana 2021ê were lidarxistin
Adar 25, 2021 07:03Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand ku Konferansa Aştiyê ya Efganistanê dê Nîsana îsal li Enqerê were lidarxistin.