Li Tirkiyê 157 kes bi koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325194-li_tirkiyê_157_kes_bi_koronayê_mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 731 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin û herwiha 157 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2021 20:04 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 157 kes bi koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 731 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin û herwiha 157 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 saetên derbasbûyî de 222 hezar û 753 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 28 hezar û 731 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 157 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 19 hezar û 186 kes ji nexweşên koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 120 hezar û 13 kesan û 30 hezar û 619 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 900 hezar û 829 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 37 milyon û 212 hezar û 928 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.