-
Qedr û qîmeta Erdogan di nav gelên Tirkiyê her diçe kêmtir dibe
May 23, 2021 08:31Li gor anketên nû yên çend şirîketên bawerpêkirî serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li hemberî reqîb û rikeberên xwe yên wekî şaredarên Stenbol û enqerê pareke mezin û ber bi çav ji dengên xwe winda kirine û şanseke wî ji bo serketina li hilbijartinên serokomariyê nemaye.
-
Tirkiyê derdora 8 hezar û 700 kes bi Koronayê ketin û 231 kes jî pê mirin
May 23, 2021 05:17Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 8 hezar û 697 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 231 kes jî bi Koronayê mirine.
-
10 gumanbarên têkiliya bi PKKê li Tirkiyê hatin girtin
May 22, 2021 11:24Polîsê Tirkiyê di operasiyonekê da 10 gumanbarên endamtiya li PKKê girtin.
-
PKKê: Êrişên li Êlih û Şirnexê karê hêzên me bû
May 21, 2021 15:31Li bajarên kurdnişîn ên Şirnex û Êlih li başûrê rojhilatê Tirkiyê şeva derbasbûyî du binkeyên leşkerî bi dronan hatibûn armancgirtin û PKKê îro berpirsyariya wan êrişên esmanî li xwe girt.
-
Li Dêrsimê ji ber bêhurmetiya polîsan li jinekê, xelkê civînên protestoyê li dar xistin
May 21, 2021 05:37Li bajarê kurdnişîn ê Dêrsimê li Tirkiyê piştî ku polîsan rê li ber jinekê girtin û bi şêwazekî tund reftar lê kirin, di navbera hemwelatiyan û polîsan de alozî derket. Parêzgariya Dêrsimê jî bona aramkirina xelkê îdia kir ku ew herdu polîs ji kar hatine dûrxistin.
-
Li binkeyên serbazî yên Êlih û Şirnexê li Tirkiyê teqînên hevdem
May 21, 2021 04:47Li Êliha başûrê rojhilatê Tirkiyê dengê sê teqînên mezin hat bihîstin û hejmareke zêde ya ambulans û hêzên emnî ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin. Parêzgariya Êlihê jî daxuyanî li ser da. Herwiha li gor çavkaniyên xwecihî li Şirnexê jî binkeyeke leşkerî bi dronan hatiye armancgirtin.
-
Piştî operasyonên Artêşa Tirkiyê Li Amedê agir bi daristanê ket
May 20, 2021 14:07Li navçeya Pasûrê ya Amedê piştî bidawîhatina operasyonan agir bi daristanê ket.
-
Li Tirkiyê 233 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
May 20, 2021 08:53Li Tirkiye di 24 demjimêrên borî de ji ber Vîrûsa Koronayê 233 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 45 hezar û 419 kesan.
-
Parlemena Ewropayê: Bila muzakereyên ligel Tirkiyê bêne rawestandin
May 20, 2021 05:00Parlemana Ewropayê (YE) rapora sekinandina gotûbêjên endamtiyaTirkiyê bo Yekitiya Ewropayê pesend kir. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî karvedan li dijî vê biryara parlamentoyê nîşan da.
-
GIYAV: Haya zarokên Kurd ji dersa hilbijarte tune ye
May 20, 2021 04:53Weqfa Alîkakariyên Mirovî û Koçê (GIYAV) li Amedê ji bo şopandina bikaranîna zimanê dayîkê ya zarokan raporek amede kiriye û di wê raporê de diyar kir ku haya zarokên Kurd ji dersa hilbijarte ya bi Kurdî tune ye û yên ku haya wan jê heye jî nikarin wê dersê bistînin.