Piştî operasyonên Artêşa Tirkiyê Li Amedê agir bi daristanê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326457-piştî_operasyonên_artêşa_tirkiyê_li_amedê_agir_bi_daristanê_ket
Li navçeya Pasûrê ya Amedê piştî bidawîhatina operasyonan agir bi daristanê ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2021 14:07 Asia/Tehran
  • Piştî operasyonên Artêşa Tirkiyê Li Amedê agir bi daristanê ket

Li navçeya Pasûrê ya Amedê piştî bidawîhatina operasyonan agir bi daristanê ket.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li navçeya Pasûrê ya Amedê piştî operasyonên Artêşa Tirkiyê  agir bi daristanê ketiye û hêjî berdewam e.

Hate ragihandin ku li gundê Eskar yê girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê operasyona Artêşa Tirkiyê ya ku di 13ê Gulanê de bi beşdariya firokeyan dest pê kiribû, bi dawî hatiye.

Li gor agahiyan duh di demjimêrên nîvro de Artêşa Tirkiyê li deverê ew operasyon bi dawî aniye û piştî operasyonê agir bi Çiayayê Dorşîn ketiye û agir hêjî berdewam e.

Herwiha hate ragihandin ku li deverê ji bo avakirina binkeyên nû yên leşkerî dar tên birîn û bi kamyonan bo cihek din tên veguhastin.