-
Konseya Ewropa: Avakirina du dewletan li Qibrisê ne pêkan e
Tîrmeh 23, 2021 14:59Serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel îro ragihand daxuyaniyên Erdogan der barê herêma Varoşa ya li Qibrisê nakokiyan zêde dike, her wiha pêşniyara Erdogan a avakirina du dewletan li giravekê nayê nîqaşkirin.
-
Peker gef li Soylu xwarin; Hesabê min bi te re bi dawî nebûye
Tîrmeh 23, 2021 19:05Serokê mafya Tirkiyê Sedat Peker gefên ji wezîrê hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu re berdewam dike û got "Hesabê min bi te re hîn bi dawî nebûye, her wiha bi kesên tu xistine wezaretê re jî bi dawî nebûye." Li gel wê jî êriş rojnamegerên piştgiriya Soylu dikin, kir û da zanîn ku rûmeta piranî rojnamegeran li gorî mûçeyên wan e.
-
Talîban: Em nahêlin Tirkiye li Efxanistanê bimîne
Tîrmeh 23, 2021 08:00Berdevkê Koma Talîbanê Zebîhullah Mucahid dibêje, “Em rê nadin ku Tirkiyê leşkerên xwe li Efxanistanê bihêle.”
-
Tirkiye; 15 baroyên bajarên kurdan êrîşên nijadperestane şermezar kir
Tîrmeh 22, 2021 08:0515 baroyên bajarên kurdnişîn li Tirkiyê êrîşên li hemberî kurdan ên ku vê hefteyê pêk hatin şermezar kir.
-
Li Enqerê êrîşî malbateke Kurd kirin: 4 kes birîndar bûn
Tîrmeh 22, 2021 07:58Li navçeya Altindag a Enqereya paytexta Tirkiyê malbateke Kurd rastî êrîşekê hat.
-
Amerîka biryara Erdogan a kontrokirina beşên bajarê Varoşayê şermezar kir
Tîrmeh 21, 2021 20:50Amerîkayê biryara Erdogan a xistina hin beşên bajarê Varoşayê (Maraş) di bin serweriya Qibrusiyên Tirk de, şermezar kir û piştrast kir ku dê rewşa metirsîdar a bajêr ragihîne Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî.
-
Li Xarpêtê 150 donimên erd û zevî şewitîn
Tîrmeh 21, 2021 17:57Li Çiyayê Mastar ser bi Xarpêtê ve li deverên kurdî yên Tirkiyê agir pê ket û 150 donim erd şewitî.
-
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê serdana Efrînê kir
Tîrmeh 21, 2021 12:53Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu di pêşhateke nû de bêyî îzna hikûmeta Şamê derbasî nav axa Sûriyê bû û serdana beşên dagirkirî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çete yên Sûrî kir ku herdu bajarên Efrîn û Izazê jî di nav de ne.
-
Sefera Erdogan ya Qibrisa Bakur û hedefê wî ji vê seferê
Tîrmeh 21, 2021 06:46Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku duh serdana Qibrisa Bakur kiribû û bi gotina wî bi xwe, ew ê li wir mizgîniyekê ragihîne. Vê gotina Erdogan, nîgeraniya Komara Qibrisê ya Yunanînişîn û beşek ji berpirsên Ewropa û Amerîkayê li pey xwe anî.
-
Dewama dijayetiya Talibanê tev hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Efganistanê
Tîrmeh 20, 2021 12:59Koma Talibanê careke din doijayetiya xwe di gel hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Efganistanê ragihandin.