-
Wesyet dikim gora min li ser riya kurdan daynin, daku dema jê derba dibin, tif li gora min bikin
Tîrmeh 31, 2021 11:22Wesyetê dikim gora min li ser rêya Kurdan daynin, daku her Kurdek di wê rêyê re here, tif li gora min bike. Gelo eva gotina kê ye û ji kengê ve di nav kurdan de bûye mesel. Ji bo ku hûn jî bizanin baş e guh bidin ser serbihûriya Hesen Xeyrî nûnerê Dêrsimê li parlemana Tirkiyê di dema Ataturk de.
-
Têkildarî kuştina malbata Kurd 10 kes hatin desteserkirin
Tîrmeh 31, 2021 10:42Têkildarî kuştina 7 endamên malbateke Kurd li Qonyayê, 10 kes hatin desteserkirin.
-
HDP û CHPê ji bo hilkolandina cinayeta tirkên nijadperest şandên xwe dişînin Qonyayê
Tîrmeh 31, 2021 09:23Encûmena Serkirdatiya HDPê biryar da ku îro şandeke wan biçe Qonya, daku ji nêzîk ve agahdarî kuştina bi kom ya 7 endamên malbateke Kurd be. Herwiha CHP jî şandekê dişîne Qonyayê.
-
Ewropa di mijara koçberan de hişyarî da Tirkiyê
Tîrmeh 31, 2021 05:56Yekîtiya Ewropayê diyar dike ku divê Tirkiye hemû xalên rêkeftina li ser koçberan cîbicî bike, bi taybetî ewên ku rizamendiya wergitinê ji wan re hatiye, herwiha ewên ku daxwaza wan a mafê penaberbûnê hatiye redkirin.
-
Li Qonyayê li hember malbatekî kurd êrîşeke nijadperestî pêkhat: 7 kes hatin kuştin
Tîrmeh 31, 2021 05:11Li navçeya Meram a Qonyayê ya Tirkiyê malbata kurd a ji Qersê ya Dedeogullari roja 12ê Gulanê rastî êrîşeke nijadperestî hatibû û heman malbat careke din rastî êrîşê hat û 3 jê jin 7 kesan di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û êrîşkaran mal jî dan ber agir.
-
Berdevkê Erdoxên agirpêketina li Tirkiyê wek Karesata Neteweyî da zanîn
Tîrmeh 30, 2021 12:38Îbrahîm Kalîn berdevkê serokomarê Tirkiyê roja borî agirpêketina berfireh li Antalyayê wek Karesata Neteweyî da zanîn.
-
Ev 7 roj in Herêma Şênê ya Mûşê dişewite
Tîrmeh 30, 2021 07:33Li Herêma Şênê ya Mûşê 7 roj in şewat derketiye û didome.
-
Li Tirkiyê 60 kesên din bi Vîrûsa Koronayê can da
Tîrmeh 30, 2021 06:22Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 22 hezar û 161 kes bi vîrusa Covid-19 ketin û 60 kesan jî canê xwe ji dest da.
-
Li Tirkiyê di şewatê de 63 kes mirin û birîndar bûn
Tîrmeh 29, 2021 21:14Li daristanên Antalya, Tirkiyê, şewatek mezin derket û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û 62 kes birîndar bûn.
-
Sancar: Desthilatê hebûna xwe bi dijminayetiya Kurdan ve girêdaye
Tîrmeh 29, 2021 12:30Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar ragihand ku desthilata AKPê û hevpeymanên wê li Tirkiyê siyaseta xwe li ser bingeha dijayetîkirina Kurdan dariştine û hebûna xwe jî bi dijminatî û dijatîkirina Kurdan ve girêdane.