-
Feleknas Ûca ji parlamentoya Tirkiyê re: Îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî zelal bikin
Çirî 28, 2021 12:26Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Feleknas Ûca ku diyar kir ku di çapemeniya navneteweyî de îdiayên ku dibêjin dewleta Tirkiyê di êrişên li ser Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar anîne, hene û 3 pêşniyarpirs li parlamenta Tirkiyê kirin.
-
Rûsya derbarê şandina dronan bo Ukraynayê hişyarî da Tirkiyê
Çirî 28, 2021 09:54Berdevkê Kremlinê hişyarî da Tirkiyê li hember radestkirina dronan (firokeyên bê firokevan) bo Ukraynayê.
-
Qeyûmê Amedê navê 'Zarokistanê' guherand û dewsa wê navê Tirkî danî
Çirî 28, 2021 07:21Li parêzgeha Amedê ya kurdan li Tirkiyê, qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê tabeleya rawzaya Zarokistanê ya li navçeya Rezanê guherand.
-
Rûsya: Em bikaranîna dronên Tirkiyê yên li Donbasê lêkolîn dikin
Çirî 28, 2021 06:22Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got Moskow li ser agahiyên bikaranîna firokeyên bêfirokvan yên Bayraktar li Donbasê ku li Tirkiyê tên çêkirin lêkolîn dikin û di vê mijarê de bi rêveberiyên Donetsk û Lûganskê re di nava têkiliyan de ne.
-
Rexneya serokê CHPê ji şandina hêzên Tirkiyê bo Sûriyê
Çirî 27, 2021 09:03Kemal Kilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî rexneya ji dewama şandina hêzên çekdar ji aliyê delweta Erdoxan bo Sûriyê, daxwaza vekirina balyozxaneya wî welatî li Şamê kir.
-
Parlimana Tirkiyê operasiyona artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê dirêj kir
Çirî 27, 2021 06:03Parlimana Tirkiyê roja Sêşemiyê operasiyona dervesînorî ya artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê bo heyama 2 salên din dirêj kir.
-
Parlamentoya Ewropayê: Daxuyaniyên Erdogan bêbingeh in
Çirî 26, 2021 10:38Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê bo Tirkiyê Nacho Sanchez Amor û Hevserokê Komîsyona Hevpar a Parlamentoyê Sergey Lagodinsky nerazîbûn li ser helwesta Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li beramber balyozên 10 welatan di mijara azadkirina Osman Kavala de nîşan dan û gotin: “Daxuyaniyên Serokomar Erdogan nayên fêmkirin û bi temamî bêbingeh in.”
-
Balyozên pênc welatan di serî de balyozê Amerîkayê ji daxwaza azadkirina Kavala dev berdan
Çirî 25, 2021 16:36Balyozxanên Amerîka, Kanada, Holanda, Fînland û Norwecê yên li Tirkiyê ji daxuyaniya xwe ya ji bo azadkirina Osman Kavala paş de gav avêtin û ragihandin ku ew pabendî maddeya 41 ya Peymannama Viyenayê ne ku ew madde taybet e bi rêzgirtina li qanûnên welatan. Erdogan ji ber daxwaza azadkirina Kavala, fermana dersînorkirina balyozên 10 welatan dabû.
-
Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro mijara 10 balyozan gotûbêj kir
Çirî 25, 2021 16:25Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê dicive, yek ji mijarên serekî yên civînê jî meseleya balyozên wan deh welatan e ku di çend rojên derbasbûyî de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kirin ku bazirgan û çalakvanê Tirkiyeyî Osman Kavala azad bike.
-
Rojnama El-Ereb: Erdogan ji bo gel bikişîne aliyê xwe, aloziiyan derdixe
Çirî 25, 2021 15:09Têkildarî tevgerên serokkomarê Tirk Receb Teyib Erdogan, rojnama El-Ereb çapa Londonê nivîsiye: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan têkiliyên xwe bi welatên rojavayî re xirabtir dike. Bi wê yekê hewl dide helwesta xwe ya hundirîn bi riya rageşiya bi welatên rojavayî re, xurt bike da ku gel bi aliyê xwe ve bikişîne û derfetên serkeftina di hilbijartinan de zêde bike, ku êdî bi têkçûna aboriya Tirkiyê re bûne cihê gumanan.