Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro mijara 10 balyozan gotûbêj kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329629-kabîneya_hikûmeta_tirkiyê_îro_mijara_10_balyozan_gotûbêj_kir
Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê dicive, yek ji mijarên serekî yên civînê jî meseleya balyozên wan deh welatan e ku di çend rojên derbasbûyî de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kirin ku bazirgan û çalakvanê Tirkiyeyî Osman Kavala azad bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2021 16:25 Asia/Tehran
  • Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro mijara 10 balyozan gotûbêj kir

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê dicive, yek ji mijarên serekî yên civînê jî meseleya balyozên wan deh welatan e ku di çend rojên derbasbûyî de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kirin ku bazirgan û çalakvanê Tirkiyeyî Osman Kavala azad bike.

Civîn îro Duşemê 25ê Cotmeha 2021ê saet 15:00ê piştî nîvro bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan destpê kir.

Ji xeynî mijara balyozên wan 10 welatan ku roja Şemiyê  Erdogan gef li wan xwar û ew wek `Kesên Nexwestî` binav kirin, mijarên wek belavbûna vîrûsa Covid-19 û rûbirûbûna terorê jî tên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku piştî civîn bi dawî bibe, Serokomarê Tirkiyê  di civîneke çapemeniyê de biryarên di civînê de hatine wergirtin rabighîne.