-
Li Stenbolê şerê çekdarî: 4 kes hatin kuştin ku 3 ji wan xelkê Colemêrgê ne
Adar 25, 2022 08:24Li navçeya Kuçukçekmece ser bi parêzgeha Stenbolê 24ê Adara 2022ê li parka otomobîla a Dadgehê di navbera malbateke parêzgeha Colemêrgê û Sînobê şer derket û di encam de 3 kesên ji Colemêrgê û kesek jî ji malbata Sînobê hatin kuştin.
-
Li Stenbola Tirkiyê di pevçûneke çekdarî de 3 kes mirin
Adar 24, 2022 17:12Li Kuçukçekmece ya Stenbolê di deriyê parka otomobîlan a dadgehekî de, piştî rûniştina doza li dadgehê di navbera herdu aliyên nakok de şer derket. Li gor agahiyên çapemeniya Tirkiyê di wê pevçûna di navbera herdu aliyên nakok de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn. Hat ragehandin 17 kes hatine girtin.
-
Di encama teqîna îro li Amedê de heta niha 10 kes birîndar bûne
Adar 24, 2022 11:59Îro li navçeya sêyem a pîşesaziyê ya bajarê kurdî yê Amedê li Tirkiyê teqînek çê bû û li gor agahiyên destpêkê heta niha 10 birîndarê teqînê rakirine nexweşxanan.
-
Tirkiyê daxwaza destpêkirina dora nû ya gotûbêjan di gel Yekîtiya Ewropayê kir
Adar 23, 2022 09:40Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku dora nû ya gotûbêjan ji bo endamêtiya vî welatî li Yekîtiya Ewropayê dest pê bike.
-
Encûmena Ewropayê: Li Tirkiyê danîna qeyûman zerarê dide demokrasiya xwecihî
Adar 22, 2022 15:12Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Encûmena Ewropayê diyar kir ku li Tirkiyê danîna qeyûman bi awayekî cidî zerarê dide hilbijartina demokratîk a welatiyan.
-
Li Amedê - Di şahiya Newrozê de zêdeyî 100 zarokan hatine desteserkirin
Adar 22, 2022 11:35Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ragihand ku li parêzgeha Amedê ya Tirkiyê zêdeyî 100 zarokên ku dixwestin cejna Newrozê pîroz bikin ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.
-
Rapirsiya meha Adarê li Tirkiyê: AK Partî %34.5, CHP %26.1
Adar 22, 2022 11:27Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînan a Asalê, Hevpeymaniya Cumhur a AKP û MHPê ji sedî 43.1 û Hevpeymaniya Millet a CHP û ÎYÎ Partî ji sedî 38.4ê dengan distînin.
-
Li Qersê û Îdirê ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin
Adar 21, 2022 14:59Li Qersê ji ber şert û mercên hewayê dibistan sibê hatin tetîlkirin.
-
Tirkiye - Pêşengeha Enqerê bêyî weşanxaneyên Kurdî birêve diçe
Adar 20, 2022 10:1517emîn Pêşengeha Pîtrtûkan a Navneteweyî ya Enqerê bêyî beşdariya çi weşanxaneyên Kurdî bi rêve diçe. Li gorî agahiyan sedema sereke ya beşdarnebûna weşanxaneyên Kurdî mijarên darayî ne. Ji ber ku kirêyên pêşengeha gellek zêde ne û weşanxane jî nikarin xercên xwe derxin.
-
Li Edenê bi hinceta PKKê 10 kes hatin desteserkirin
Adar 18, 2022 08:47Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, bi hinceta `propagandaya PKKê` 10 kes hatin desteserkirin.