-
Dezgehên mafên merivan ji ber bisînorkirina berfire ya medyayan li Tirkîyê rexne kirin
Sibat 25, 2023 05:49Navenda Azadîyê ya Istokholmê û Lêjneya Berevanîya ji Rojnamevanan amajeyî daxistina bi sedan malperên nûçeyan li Tirkîyê û desteserkirina nûçegîhanan kiririn û xwestin ku berbendên ser rêya medyakaran li Tirkîyê bên rakirin.
-
NY: Tirkiye tûşî karesata herî mezin di dîroka xwe da bûye
Sibat 24, 2023 11:15Karzanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêjin: Tirkiye tûşî karesata herî mezin di dîroka xwe da bûye û herî kêm divê 500 hezar xanî ji nû va bên çêkirin.
-
Jordaçûna hejmara gorîyên erdheja li Tirkîyê
Sibat 23, 2023 13:54Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ragihand ku hejmara gorîyên erdhejê li v îwelatî ji 43 hezar kesî derbas bû.
-
Pirsgirêkên bi dû erdhejê li Tirkîyê
Sibat 23, 2023 12:46Piştî erdheja giran a di 6ê Sibatê da ku li 10 parêzgehên naşûra Tirkîyê qewimî, şopandina şirketên avahîsazîyê û dizên mal û heyîtîyên xelkê erdhejlêketî ji hêla qanûnê va veguherîne pirsgirêkên girîng ên vî welatî.
-
Konseya Bilind a Radyo û Televîzyonê yaTirkiyê kanalên rexneker ceza dike
Sibat 23, 2023 06:38Konseya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê, ji bo hin kanalên vî welatî ku ji ber şêwaza hikûmetê ya gîhandina alîkariyan bo mexdûrên erdhyejê rexne kiribûn, ceza birrî.
-
Çend endamên DAIŞ’ê li Tirkîyê hatin desteserkirin
Sibat 22, 2023 14:48Hêzên emnî yên Tirkîyê 8 endamên din ên koma terorîst a DAIŞ’ê desteser kirin.
-
Hevserokê HDP’yê: “Şexsê Serokkomar bixwe berpirsê karesatên bi dû erdhejê ye”
Sibat 22, 2023 11:19Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Serokkomarê Tirkîyê berpirsê rasterast ê jordaçûna hejmara gorîyên erdhejê û xisarên ji ber wê zanî.
-
Kovareke australîyayî: “Tirkîye himber mexdûrên kurd ên erdhejê cihêkarîyê pêk tîne”
Sibat 21, 2023 14:42Kovara Age’yê ya Australîyayê ji zarê rayedarên kurd ên li Tirkîye û Sûrîyê nivîsî ku berpirsên hikûmeta Tirkîyê di warê gîhandina alîkarîyan bo deverên mexdûrê erdhejê da li her du welatan cihêkarîyê pêk tînin.
-
Siyonîstan di erdheja dawî da belgenameyên dîrokî ji Tirkîyê dizîn
Sibat 20, 2023 13:05Sekreterê Giştî yê Tevgera Însiyatîva Neteweyî ya Filistînê got: “Tîma alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya Rejîma Siyonîst ku di pey erdhejê bo Tirkîyê hatibû şandin, belgenameyên dîrokî yên vî welatî dizîne.”
-
Parlementerê HDP’yê: “Hikûmeta Tirkîyê dixwaze erdhejê veguherîne derfetekê ji bo koçandina Kurdên Elewî”
Sibat 20, 2023 12:55Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan a Tirkîyê (HDP) bal kişande ser hewldana hikûmetê ji bo guhertina demografîya navçeyên Kurdî-Elewî yên Maraşê li pey erdheja vê dawîyê, derbarê pêla nû ya koçberbûna Kurdên Tirkîyê hişyarî da.