Çend endamên DAIŞ’ê li Tirkîyê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339708-Çend_endamên_daiŞ’ê_li_tirkîyê_hatin_desteserkirin
Hêzên emnî yên Tirkîyê 8 endamên din ên koma terorîst a DAIŞ’ê desteser kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2023 14:48 Asia/Tehran
  • Çend endamên DAIŞ’ê li Tirkîyê hatin desteserkirin

Hêzên emnî yên Tirkîyê 8 endamên din ên koma terorîst a DAIŞ’ê desteser kirin.

Hêzên Rêveberiya Têkoşîna Dijî Terorîsmê li şarê Stenbolê di encama operasyonekê da dor li 14 navnîşanên kivşkirî kirin û di encamê da 8 endamên din ên koma terorîst a DAIŞ’ê desteser kirin.

Li gorî agahîyan, kesên desteserbûyî ji bo dayîna îfadeyan bo Rêveberiya Têkoşîna Dijî Terorîsmê ya Navenda Polîsan a Stenbolê hatin veguhestin.

Hêzên emnî yên Tikrîyê di 3 salên vê dawîyê da gellek operasyon ji bo girtina terorîstên DAIŞ’ê yên li vî welatî dijîn li dar xistine ku pirranîya wan li Enqere û Stenbolê hatine lidarxistin.