Serokê MHPyê: Erdogan divê careke din bibe Serokkomar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i360734-serokê_mhpyê_erdogan_divê_careke_din_bibe_serokkomar
Serokê Partîya Hereketa Neteweyî ya Tirkîyê (MHP) got: “Daxwaza me ev e ku heke Serokkomar guncav bibîne û parlimana Tirkîyê jî îradeya xwe ya qanûnî di vî alîyî da nîşan bide, berendamê serokkomarîyê yê Hevpeymanîya Komarê careke din Receb Teyyîb Erdogan be.”
(last modified 2026-10-07T15:40:14+00:00 )
Çirî 07, 2026 19:09 Asia/Tehran
  • Serokê MHPyê: Erdogan divê careke din bibe Serokkomar

Serokê Partîya Hereketa Neteweyî ya Tirkîyê (MHP) got: “Daxwaza me ev e ku heke Serokkomar guncav bibîne û parlimana Tirkîyê jî îradeya xwe ya qanûnî di vî alîyî da nîşan bide, berendamê serokkomarîyê yê Hevpeymanîya Komarê careke din Receb Teyyîb Erdogan be.”

Dewlet Baxçelî tevî amajeya bi îhtimala hilbijartina Erdogan ji bo dewra sêyem a serokkomarîyê, got ku Tirkîye di dewreyeke hesas a alûgurên cîhanî û herêmî da ye û hewcedarî bi rêvebirekî bi ezmûn e.

Wî tekez kir ku ezmûna pêwîst ji bo rêvebirina vê dewreyê di destê Erdogan û pêkhateya Hevpeymanîya Komarê da ye û guherîna rêgeha sîyasî dikare zirarê bide pêvajoyên niha.

Baxçelî behsa planekê bi navê “Stratejîya Baranê” kir ku armanca sereke ya wê, parastina aramîya sîyasî, berdewamîya pergala serokkomarîyê û berdewamîya hevkarîyê di çarçoveya Hevpeymanîya Komarê da hatiye ragihandin.