Şaredarê Enqereyê ji CHPyê istîfa kir
Mensûr Yavaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqerayê, ji Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) îstifa kir û ragihand ku ji niha pê va dê çalakiya xwe ya sîyasî û berpirsiyarîya xwe ya li şaredarîya paytextê bi awayekî serbixwe bidomîne.
Ev biryar piştî tundbûna nakokî û gotûbêjên nav vê partiyê û herwiha gotinên hin berpirsên Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) derbarê helwêstên sîyasî yên Şaredarê Enqerayê da hate ragihandin.
Mensûr Yavaş tekez kir ku niyeta wî tune ku tevlî partiyeke din bibe û dê çalakiya xwe ya sîyasî bi awayekî serbixwe bidomîne. Yavaş herwiha got ku ev biryar dê bandorê li karûbarên şaredarîyê neke û dê herwiha bêyî berçavgirtina alîgiriya sîyasî ya welatîyan, xizmetê ji hemûyan ra bike. Wî di daxûyanîya xwe da li ser rêzgirtina li dengê gel tekez kir û berpirsiyarîya biryara xwe bixwe qebûl kir.