Li Tirkîyê kesekî êrişî dibistanekê kir; 10 xwendekar hatin birîndarkirin
Îlon 22, 2026 18:24 Asia/Tehran
Kesekî îro bi çekê li nêzîkî Lîseya Teknîkê ya devera Albayrak Turgutluyê êriş kir.
Di encama vê êrişa bi çekê da, 10 xwendekar hatin birîndarkirin ku tê gotin rewşa du kesan xeddar e. Ev bûyera di saet 8ê vê sibê da qewimîye. Li gorî dîmenên kamerayên derdora cîyê bûyerê, êrişker ber bi dibistanê va çûye u dest bi gullereşandinê kirîye. Armanc u sebeba vê êrişê hê bi awayekî fermî nehatîye ragihandinê.