Pişka enerjiyê sedema sereke ya zamê li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i360092-pişka_enerjiyê_sedema_sereke_ya_zamê_li_tirkiyê
Anegorî daneyên saziya amarê ya Tirkiyê, pişka enerjiyê di pêkhatina zama salê û ya mehê ya Tirkiyê de bandora herî zêde hebûye.
(last modified 2026-09-03T15:21:20+00:00 )
Îlon 03, 2026 14:44 Asia/Tehran
  • Pişka enerjiyê sedema sereke ya zamê li Tirkiyê

Anegorî daneyên saziya amarê ya Tirkiyê, pişka enerjiyê di pêkhatina zama salê û ya mehê ya Tirkiyê de bandora herî zêde hebûye.

Li gorî vê raporê, komên di salê de herî zêde li Tirkiyê zam li ser wan hebûye, ev in: Zama li ser enerjiyê ya salane ji sedî 40, zama li ser tranzîtê ya salane ji sedî 35 û zama li ser xwarin û madeyên vexwarinê ji sedî 33. Lêbelê, amarên ku ji hêla rêxistina nehikûmî ya ANAG`ê ve li ser zama Tirkiyê hatine ragihandin cuda ne. Li gorî vê, endeksa bihayên xerîdaran di meha Tebaxê de li gorî meha berî wê ji sedî 2.24 zêde bû. Rêjeya zamê ya salane wekî ji sedî 49.03 hatiye hesabkirin.

Li gorî rapora ANAG`ê, enflasyon yan zam di Tîrmehê de ji sedî 3.07 zêde bûye; Ev zêdebûn di 12 mehên buhurî de wekî ji sedî 50.49 hatiye hesabkirin. Ji aliyê din ve, li gorî çavkaniyên pîşesaziyê, ji îşev pê ve tê payîn ku 8.24 lîreyên Tirkiyê ji bo her lîtreyek sotemeniya dîzelê zêde bibe; ev yek dê bihayê her lîtreyê bigihîne zêdetirî 90 lîreyan ku ev ji bo sotemeniya dîzelê rekorek tê hesêb.