Trikîyê hilweşandina HSD alugureke erênî zanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i359910-trikîyê_hilweşandina_hsd_alugureke_erênî_zanî
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê hilweşandina Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) pêngaveke erênî zanî û got ku Enqere dixwaze ev biryara di piratîkê da bi cih were.
(last modified 2026-08-27T14:46:59+00:00 )
Tebax 27, 2026 11:54 Asia/Tehran
  • Trikîyê hilweşandina HSD alugureke erênî zanî

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê hilweşandina Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) pêngaveke erênî zanî û got ku Enqere dixwaze ev biryara di piratîkê da bi cih were.

Mezlûm Ebdî Serfermandarê HSDê du rojan berî nika ragihand ku HSD bi awayekî fermî hat hilweşandin u tam tevli rêxistinên fermî yên dewleta Sûrîyê bûye. 

Hakan Fîdan Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê li Elazigê got: Heke bi rastî usa ku hatîye ragihandin, be, alugureke erênî ye.

Wî herwiha got: Hilweşandina HSD bi kiryarên ku Tirkîyê dil heye li Sûrîyê bike ra hevrêz e u dikare alîkarîyê bide xurtkirina biratîya kurd u ereban u şert u mercên ku hemî sûrî bikaribin bi dilnîyayî li siberojê temaşe bikin. 

Fîdan herwiha got: Tirkîye hevgavê parastina nasnama kurdan, bi dû garantîkirina yekitîya netewî, serwerî u yeperçetîya axa Sûrîyê ye.