Berteka Tirkiyê li hember êrişa Rejîma Siyonîst ser binkeyekî li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i359760-berteka_tirkiyê_li_hember_êrişa_rejîma_siyonîst_ser_binkeyekî_li_sûriyê
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di dema êrişa Rejîma Siyonîst ser binkeya hewayî ya Ebû Zihûr li Sûriyê û herwiha berî wê, ti taximeka leşkerî ya tirkiyeyî di vê binkeyê de tinebûye.
(last modified 2026-08-20T15:21:12+00:00 )
Tebax 20, 2026 15:06 Asia/Tehran
  • Berteka Tirkiyê li hember êrişa Rejîma Siyonîst ser binkeyekî li Sûriyê

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di dema êrişa Rejîma Siyonîst ser binkeya hewayî ya Ebû Zihûr li Sûriyê û herwiha berî wê, ti taximeka leşkerî ya tirkiyeyî di vê binkeyê de tinebûye.

 

Deryadar Zekî Ak Turk, Berdevkê Wezareta Berevaniya Tirkiyê, herwiha vê êrişê kiryarek dijî istiqrar, ewlehî, yekbûn û yekperçetiya axa Sûriyê û herwiha binesaziyên vî welatî bi nav kir û got: Êrişên ku desthilatdarî û yekperçetiya axa Sûriyê binpê dikin, nayên qebûlkirin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Tirkiyê pêgîrî kir ku Rejîma Siyonîst divê dawiyê li van êrişan bîne û  pêbendî pêwîstiyên mafên navnetewî be.

Wî herwiha ragihand ku piştgîriya Enqerê ji hewldanên Şamê ji bo geşkirina binesaziyan û zirûfa xwe ya leşkerî di çarçoveya nirxa Artêşa Yekane wê berdewam be.