Partiya Ehmed Davûdoglû dawiyê dide çalakiya xwe ya siyasî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i359342-partiya_ehmed_davûdoglû_dawiyê_dide_çalakiya_xwe_ya_siyasî
Ehmed Davûdoglû, serokê Gelecek Partî ya Tirkiyê(Partiya Dahatî), ragihand ev partiya li dû şêwirîna bi saziyên berpirs û endamên xwe, dê çalakiya xwe ya siyasî bide sekinandin.
(last modified 2026-07-30T14:57:10+00:00 )
Tîrmeh 30, 2026 17:22 Asia/Tehran
  • Partiya Ehmed Davûdoglû dawiyê dide çalakiya xwe ya siyasî

Ehmed Davûdoglû, serokê Gelecek Partî ya Tirkiyê(Partiya Dahatî), ragihand ev partiya li dû şêwirîna bi saziyên berpirs û endamên xwe, dê çalakiya xwe ya siyasî bide sekinandin.

Ehmed Davûdoglû, serokê Gelecek Partî ya Tirkiyê, bi weşandina daxuyaniyekî di çar rûpelan ser navê Ji bo Tirkiyeya siberojê de nivîsî: Me biryar daye xwe ji siyaseta partîtiyê wêde bidin û dawiyê li çalakiyên Gelecek Partiyê bînin.

Davûdoglû pêgîrî kir ku wê çalakiyên xwe yên di warê raman, perwerde, zanist, çand, dîplomasî, aborî û hevgirtina civakî de bidomîne. Anegorî aganiyên ku hatine weşandin, Partiya Dahatî di nîveka dudiyan a meha Tebaxê de dê kongireya xwe ya dawîn li dar bixe û çar parlimanterên vê partiyê jî wê heta wê demê di Partiya Dahatiyê û Firaksiyona Rêya Nû de bimînin.

Gelecek Partî yan Partiya Dahatî di 12`ê Kanûna 2019`an bi serokatiya Ehmed Davûdoglû, serokwezîrê berê yê Tirkiyê, hat damezirandin û di hilbijartinên Parlimanî yên sala 2023`an de karî 10 kursiyan di Meclisê de bi dest bixe.