Erdogan: Xerê şêrr ji bo Tirkiyê zêde ji 2.3 Tirîliyon Dolaran bû
Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, amajeyî dûhatên aborî yên çen dehekên pevçûnan kir û got: Xercê aboriya şêrr ji bo vî welatî ji 2.3 Tiroliyon Dolaran zêdetir bûye. Wî ragihand Qanûna Çarçoveya têkildarî pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk wê rojên dahatî raberî Meclisê bê kirin.
Receb Teyîb Erdogan, bi pêgîriya li ser viya ku serkevtina pêvajoya aşitî û civaka demokratîk dikare Tikriyê ji bin vî barê aboriyê bifilitîne û got: Serkevtiyê vê pêvajoyê dê gişt Tirkiye bi 86 Mîlyon welatiyên xwe û gişt gel be. Serokomarê Tirkiyê di dewamê de ragihand: Qanûna Çarçoveyê ku biryar e rêya ji hêla hiqûqê ve ji bo vê pêvajoyê xweş bike, dê di rojên dahatî de ji bo Meclisa vî welatî were raberkirin. Erdogan basa hûrgîliyên zêdetir li bara xalên vê qanûnê yan dema deqîq a raberkirina wê nekir.