Zêdebûna iflasa şirketan li Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i359312-zêdebûna_iflasa_şirketan_li_tirkîyê
Li Tirkiyê sûda zêde ya kirediyan, nebûna bazara navxweyî û zehmetiyên peydakirina fînansmanê, bêhna sektora rastî diçikînin.
(last modified 2026-07-29T14:13:06+00:00 )
Tîrmeh 29, 2026 11:40 Asia/Tehran
  • Zêdebûna iflasa şirketan li Tirkîyê

Li Tirkiyê sûda zêde ya kirediyan, nebûna bazara navxweyî û zehmetiyên peydakirina fînansmanê, bêhna sektora rastî diçikînin.

Di şeş mehên destpêkê yên sala 2026an de 1,240 şirketan daxwaza kirêdî u mecala deynwergirtinê kirîye û herî kêm derbarê 115 şirketan de jî biryara îflasê hatiye dayîn.

Kêmbûna kirîn û firotinê ya li bazarên navxweyî yên Tirkiyê û sistbûna bazarên derve, jordaçûna asta sûda diravê kirêdî u deyn qeyrana aborî ya di nav sektorê de kûrtir kirine.

Li gorî dane û amarên fermî, hejmara daxwaza konkordatoyê li gorî heman serdema sala borî ji sedî 30-35 zêde bûye.

Daxwaza wergirtina diravê deyn u mecala wergirtina kirêdîyê ji bo girtina pêşîya iflasê herî zêde li navendên mezin ên hilberînê yên wekî Stenbol, Enqere û Bursayê hatine kirin.

Di meha Hezîranê de hejmara şirketên ku bi biryara dadgehê hatine girtin û tesfiyekirin bi zêdebûneke mezin gihişt 3 hezar û 382yan.