Zêdebûna iflasa şirketan li Tirkîyê
Li Tirkiyê sûda zêde ya kirediyan, nebûna bazara navxweyî û zehmetiyên peydakirina fînansmanê, bêhna sektora rastî diçikînin.
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2026an de 1,240 şirketan daxwaza kirêdî u mecala deynwergirtinê kirîye û herî kêm derbarê 115 şirketan de jî biryara îflasê hatiye dayîn.
Kêmbûna kirîn û firotinê ya li bazarên navxweyî yên Tirkiyê û sistbûna bazarên derve, jordaçûna asta sûda diravê kirêdî u deyn qeyrana aborî ya di nav sektorê de kûrtir kirine.
Li gorî dane û amarên fermî, hejmara daxwaza konkordatoyê li gorî heman serdema sala borî ji sedî 30-35 zêde bûye.
Daxwaza wergirtina diravê deyn u mecala wergirtina kirêdîyê ji bo girtina pêşîya iflasê herî zêde li navendên mezin ên hilberînê yên wekî Stenbol, Enqere û Bursayê hatine kirin.
Di meha Hezîranê de hejmara şirketên ku bi biryara dadgehê hatine girtin û tesfiyekirin bi zêdebûneke mezin gihişt 3 hezar û 382yan.