Qeyrana li pîşesaziya kinc û parçeyan a Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i357780-qeyrana_li_pîşesaziya_kinc_û_parçeyan_a_tirkiyê
Ji ber hilweşyana beşa kinc û parçeyan a Tirkiyê, bayê 25 milyard Dolarî zîyan li abora vî welatî ketîye u milyonek derfetên karkirina di vê beşê da ji dest çûne.
(last modified 2026-01-03T11:01:54+00:00 )
Çile 03, 2026 16:50 Asia/Tehran
  • Qeyrana li pîşesaziya kinc û parçeyan a Tirkiyê

Ji ber hilweşyana beşa kinc û parçeyan a Tirkiyê, bayê 25 milyard Dolarî zîyan li abora vî welatî ketîye u milyonek derfetên karkirina di vê beşê da ji dest çûne.

Di du dehekên borî de, Tirkiyê di bazara kincan di asta herêmê û navneteweyî de, cih û şûneke baş û berbiçav bi dest xist. Lê di sê salên borî de ev cih û pile sist  û lawaz bû û niha karzan dibêjin: Heta veguhsetina beşeke zav a kelûpel û pîşesaziya kinc û perçeyan a Tirkiyê bo Misrê nekariye rê li ber îflasbûna wê bigre.

Gelek xwediyên karistanên mezin ên beşa berhemanîna kinc u perçeyan a Tirkiyê ji ber xercê zêde yê hilberandin û destmiza karkeran, beşek giring a alavên xwe veguhestin Misrê ku bi kareba û ardûya erzan û karkerên ku destmizeke kêm distînin lê ev tedbîr jî kêrhatî nebûye.

Hilweşyana beşa kinc û perçeyan a Tirkiyê, aboriya vî welatî bi ziyaneke 25 milyar dolarî û ji destdayîna  milyonek derfetên kar û şuxilan re rûbirû kiriye.