Berdevka DEM Partîyê: Divê nivîsara hevdîtina bi Ocalan ra were weşandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i357253-berdevka_dem_partîyê_divê_nivîsara_hevdîtina_bi_ocalan_ra_were_weşandin
Berdevka Partîya Demokirasî u Beranberîya Gelan (DEM Partî) xwest ku deq u nivîsara hevdîtina Komsyona Hevgirtinê ya meclisa Tirkîyê bi Ebdullah Ocalan ra bi awayekî zelal were weşandin.
(last modified 2025-11-28T14:03:32+00:00 )
Tesrîn 28, 2025 15:25 Asia/Tehran
  • Berdevka DEM Partîyê: Divê nivîsara hevdîtina bi Ocalan ra were weşandin

Berdevka Partîya Demokirasî u Beranberîya Gelan (DEM Partî) xwest ku deq u nivîsara hevdîtina Komsyona Hevgirtinê ya meclisa Tirkîyê bi Ebdullah Ocalan ra bi awayekî zelal were weşandin.

Ayşegul Doganê ev hevdîtina pêngaveke dîrokî di rêya çareserkirina meseleya kurdan da zanî û pêgirî kir ku divê civak ji hûrgilîyên vê hevdîtinê haydar bibe.

Ayşegul Doganê ji ber beşdarnebûna CHP di vê hevdîtinê da rexne kir u got ku ev mijara ne tenê nakokîya di navbera partîyan da ye, belkî bandorê li siberoja 86 milyon welatîyên Tirkîyê dike. Wê amadenebûna hin partîyan nîşaneya vekişîna sîyasî û dûrketina ji rêçareya demokiratîk a ji bo meseleya kurdan zanî.