Erdogan: Tirkîye dê bêyî teror bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i357134-erdogan_tirkîye_dê_bêyî_teror_bibe
Serokomarê Tirkîyê got ku armanca dewletê u hevalbendîya hikimdar ango hikûmetê, bicihanîna plana ``Tirkîyeya bêyî teror`` u rizgarkirina vî welatî ji gefên terorîstî yên di 50 salên buhurî da bûye.
(last modified 2025-11-19T10:46:51+00:00 )
Tesrîn 19, 2025 14:02 Asia/Tehran
  • Erdogan: Tirkîye dê bêyî teror bibe

Serokomarê Tirkîyê got ku armanca dewletê u hevalbendîya hikimdar ango hikûmetê, bicihanîna plana ``Tirkîyeya bêyî teror`` u rizgarkirina vî welatî ji gefên terorîstî yên di 50 salên buhurî da bûye.

Receb Teyyîb Erdogan opozosyon nemaze CHP u Ozgur Ozelê serokê wê da ber rexneyan û got ku hikûmet di destwerdanekê di dosîyên têkildarî cinayetê da nake û tawanên di dosîyên vê dawîyê da şaredaran u kesên ser bi opozosyonê digirin ber xwe. Erdogan pêgirî kir ku hikûmet pişta Dezgeha Dadwerîyê digire û Tirkîye di ber dewreke geşatî u pêşketinê ya mezin da ye. Erdogan herwiha got: Erdogan herwiha got: Plana hilweşandina PKK dê ser xêra hemî civakên Tirkîyê ji wan tirk u kurdan be. Ev gotin piştî wê hatin ku yek ji hevpeymanên hikûmetê pêşnîyara hevdîtina digel Ocalan rêvebirê girtî yê PKK ji bo pêşdebirina vê planê raber kiribû.