Şanda Îmraliyê: Me bi Erdogan re liyekgihîştinek heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356864-Şanda_Îmraliyê_me_bi_erdogan_re_liyekgihîştinek_heye
Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, êvara pêncşemiyê li Qesra Serokomartiyê ya li Bêştepeyê pêşwaziya şandeyeke PKK`ê kir.
(last modified 2025-10-31T12:40:32+00:00 )
Çirî 31, 2025 15:06 Asia/Tehran
  • Şanda Îmraliyê: Me bi Erdogan re liyekgihîştinek heye

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, êvara pêncşemiyê li Qesra Serokomartiyê ya li Bêştepeyê pêşwaziya şandeyeke PKK`ê kir.

Ji bilî serokomar û şanda Îmraliyê, cîgirê serokê AKP`ê, Efkan Ala û serokê Dezgeha Îstîxbarata Tirkiyê (MIT), Îbrahîm Kalın, jî amade bûn. Şanda PKK`ê got ku ji bo zûtir û rastir meşandina pêvajoyê, wan têgihîştin û lihevkirinek hevpar heye ku gavan bavêjin. Vê şandê herwiha ragihand ku di hevdîtinê de wan nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser qonaxa niha ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk û gavên ku di pêşerojê de werin avêtin raber kirin. Ev şand û taxima, berê di 10`ê Nîsanê û 7`ê Tîrmeha îsal de li Bêştepê bi Erdogan re civiyabû.