Hevseroka DEM Partiyê: Ji bo pêvajoya aşitiyê divê sîstema qeyûman bê rakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354804-hevseroka_dem_partiyê_ji_bo_pêvajoya_aşitiyê_divê_sîstema_qeyûman_bê_rakirin
Hevseroka DEM Partiyê got di pêvajoyê aşitiyê li Tirka de gaveke girîng rakirina sîstema qeyûman e.
(last modified 2025-05-23T12:02:23+00:00 )
May 23, 2025 11:38 Asia/Tehran
  • Hevseroka DEM Partiyê: Ji bo pêvajoya aşitiyê divê sîstema qeyûman bê rakirin

Hevseroka DEM Partiyê got di pêvajoyê aşitiyê li Tirka de gaveke girîng rakirina sîstema qeyûman e.

Li parêzeha Amedê Civîna Lijneya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinan birêve çû.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî beşdarî civînê bûn.

Hatîmogullari di vê civînê de amaje bi pêvajoya aştiyê da û diyar kir ku sîstema qeyûman li şaredariyên Tirkiyê hem îradeya  Kurdan û hem jî sîstema hevserokatiyê binpê dike û divê bilez were rakirin.

Hevseroka DEM Partiyê got Îro gava herî bingehîn ku divê were avêtin, pûçkirina bilez a yasaya qeyûman e û vekişandina qeyûman jî şaredariyên Tirka ye.