Li Tirkîyê ciwan derheq siberojê dilnigeran in
Nîsan 20, 2025 17:19 Asia/Tehran
Di van rojana da ku Tirkîye bi awayê hevgav tûşî qeyrana aborî û gêreya sîyasî bûye, gellek çavdêr derbara rewşa ciwanan da li vî welatî hişyarîyê didin.
Di dema nerazîbûnên himber girtina Ekrem Imamoglu da bi sedan hezar ciwanên tirkîyeyî daketin kolanan û bi durişman nerazîbûna xwe hibmer hikûmeta Erdogan û AKPê nîşan dan. Ew nerazîbûn ne tenê bi nîşana alîgirîya ji Imamoglu belkî encama bêhêvîbûna ciwanan derheq siberojê û tirsa ji rewşekê ye ku hikûmeta Erdogan pêk anîye. Taha Akyol yek ji çavdêrên tirkîyeyî dibêje ku dilnigeranbûn û bêhêvîbûna ciwan derheq siberojê li vî welatî zêde bûye.