DEM partî dê 18ê Nîsanê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354230-dem_partî_dê_18ê_nîsanê_bi_wezareta_dadê_re_hevdîtinê_bike
Wezareta Dadê ya Tirkiyê û desteya DEM Partî dê roja 18’ê Nîsanê dê li hev bicivin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 14, 2025 14:38 Asia/Tehran
  • DEM partî dê 18ê Nîsanê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bike

Wezareta Dadê ya Tirkiyê û desteya DEM Partî dê roja 18’ê Nîsanê dê li hev bicivin.

Nivîsgeha Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihand ku wê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê roja 18ê Nîsanê de li gel Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç hevdîtinê pêk bînin.

Şanda Îmraliyê ya DEM Partîyê roja 10’ê Nîsanê li koşka serokomariyê bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan re hevdîtin kir.

Yek ji endama Şandeya Îmraliyê û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldanê piştî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, derbarê hevdîtina bi Wezareta Dadê gotibû “Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe, ji mafê hêviyê destpê bike, gavên qanûnî hewce ne.