Siyasetmedarê Tirk ji bandora Rejîma Siyonîst li navçê nîgeran e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354225-siyasetmedarê_tirk_ji_bandora_rejîma_siyonîst_li_navçê_nîgeran_e
Siyasetmedar û rêberê berê yê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê(CHP), li bara alûgorên vê dawiyê li navçê, nîgeraniya xwe ji ber destwerdana zêde ya Rejîma Siyonîst li Sûriyê nîşan da.
(last modified 2025-04-13T11:37:48+00:00 )
Nîsan 13, 2025 14:00 Asia/Tehran
  • Siyasetmedarê Tirk ji bandora Rejîma Siyonîst li navçê nîgeran e

Siyasetmedar û rêberê berê yê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê(CHP), li bara alûgorên vê dawiyê li navçê, nîgeraniya xwe ji ber destwerdana zêde ya Rejîma Siyonîst li Sûriyê nîşan da.

Kemal Kiliçdaroglu di gotareke xwe ya rojnameya Qerarê de, rêkeftinên pişt perde yên navbera Trump, Netanyahu û Erdogan eşkere kir û li ser rola Tirkiyê di cîbicîkirina projeyên welatên rojavayî li navçê hişyarî da. Kiliçdaroglu herwiha kombûna desthilatê di nav pêkhateya nû ya siyasî ya Tirkiyê de rexne kir û ew wek amûrek ji bo pêkanîna siyasetên hêzxortên cîhanî bi nav kir.