Rewşa aloz li Tirkiyê piştî girtina Ekrem Îmamoglû
Piştî girtina Ekrem Îmamoglu, şaredarê berê yê Stenbolê û hevrikê siyasî yê Receb Teyib Erdogan, rewşa Tirkiyê pir aloz bûye. Dijberên hikûmetê bi lez û bez li gelek bajaran li seranserî welêt daketin kolanan û xwepêşandanên girseyî li dar xistin.
Tevî qedexeya lidarxistina xwepêşandanan û girêdana hin kolanên bajêr ji hêla polîsan ve bi sedan kes li ber navenda polîs a ku Îmamoglû veguhestine wir kom bûn û dirûşmên-Wê rojek were ku partiya Dad û Geşepêdanê were mehkemekirin- avêtin.
Hevgav li navçeya Saraçane ya Stenbolê bi hezaran kes kom bûn û Ozgur Ozel Serokê CH jî li nêzî avahiya şaredariyê xîtabî gel got ku Erdogan di rastiyê de ji tirsa işkesta di hilbijartinê de Îmamoglû kiriye armanc.Li Zanîngeha Teknolojiya Rojhilata Navîn a Enqerê jî xwendekar bi polîs re ketin pevçûnê ku di encamê de hejmarek ji xwendekaran hatin girtin. Girtina Ekrem Îmamoglû bertekên navxweyî û navneteweyî bi dû xwe re anî. Mensûr Yawaş, şaredarê Enqerê bi daxûyaniyekê hevgirtina xwe bi wî re ragehand.Wî ev kiryara hikûmetê weke êrişa ser demokrasiyê bi nav kir û bang li xelkê kir ku li dijî van biryaran derkevin.Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî bi tundî ev kiryar rexne kirin. Şirovekar û pisporên mijarên Tirkiyê di halê hilkolandina vê mijarê ne ku ev girtin di çarçoveya têkoşîna li dijî gendeliyê de hatiye kirin yan jî tenê amûreke siyasî ye ji bo ji holê rakirina hevrikên qawetxwaz di qada siyasî ya Tirkiyê de? Ji ber alozî û nerazîbûnên berdewam, pêşeroja siyasî ya vî welatî nezelal e.