AKPe Aştiyê naxwaze
Hevseroka DEM Partiyê ragihand, AKP bi siyaseta qeyûman li ser rêya xwe, bîrê dikole û got, madem ku deshilat aştiyê naxwaze, em ê ji bo avakirina aştî û demokrasiyê her berdêlekê bidin ber çavê xwe.
Hevseroka DEM Partîyê Tulay Hatîm-ogullari di hevpeyvînekê de bal kişande ser pirsa tayînkirina qeyûman li şaredariyên partiya xwe û got tayînkirina qeyûm li Şaredariya Wanê di 15’ê sibatê de, bombedanîna li ser rêya aştiyê ye û çi bibe bila bibe, tevî ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) aştiyê naxwaze, lê ew ê aştiya bi rûmet li welatê xwe ava bikin û ji bo demokrasiyê her cure bedelekê bidin.
Hevseroka DEM’ partiyê ê destnîşan kir ku desthilat ne tenê li şaredariyên wan, lê li zanîngeh, şîrket û hemû navendên pîşeyî yên dewerên kurdnişîn ên Tirkiyê qeyûman tayîn dike û yasayên darbeya sala 1980’yan ya Kenan Evren mayînde dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Siyaseta qeyûm ku ji sala 2016’an ve li Tirkiyê bi awayekî sîstematîk tê meşandin, bandoreke zêde li ser demokrasiyê çê dike û bûye destwerdaneke eşkere li dijî îradeya hilbijêran.”
Li gor xebereke din Medyaya Tirkiyê ragihand, Hevserokê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol di avahiya şaredariyê de hate binçavkirin.