Sibat 15, 2025 17:44 Asia/Tehran
  • Dem partiyê danîna qeyûman ji bo Şaredariya Wanê şermezar kir

Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan a Tirkiyê, tevî şermezarkirina wêdebirina şaredarê kurd ê bajarê Wanê ragehand ku ew dê li dijî zêhniyeta qeyûmxwaz ku hewil dide vîna gelê Wanê bi dest bixe, rawestin.

Dem partiyê wek berteka li himber dagirkirina şaredariya Wanê ji aliyê partiya desthilatdar a Tirkiyê ve nîşa da û li daxûyaniyekê ser navê  danîna  qeyûman darbe ye ragehand ku şaredarî ne yên darbekaran,  belku yên gel in.

Di daxuyaniyê de  hatiye: Eva darbe ye. Darbeya qeyûmê ku nîvê şevê li dijî şaredariya me hat kirin, darbeya li dijî vîna gel e. Em dagirkirina avahiya şaredariyê, avêtina gaza îsotê, bikaranîna guleyên plastîk, girtin û lêdana zarok û extiyaran şermezar dikin.

 Di dawiya vê daxûyaniyê de  hatiye em ê li hemberî vê neheqiyê serî netewînin.Em ê li dijî zêhniyeta qeyûmxwaz ya ku hewl dide vîna gelê Wanê talan bike, bisekinin.

Serepeyv