Ji Colemêrgê heta Erziromê di bin befra giran de
Sibat 08, 2025 17:00 Asia/Tehran
Ji ber befra giran li navçeyên kurdnişîn ên Tirkiyê jiyana xelkê rastî pirsgirêkê hatiye.
Li parêzgehên kurdnişîn ên Tirkiyê ji wan li Colemêrg, Şirnex û Agriyê befereke giran ketiye û li hinek deveran bilindahîya befrê ji mêtrekê jî derbas bûye.
Bi sedan gund di nav berfê da mane, rê hatine girtin, sirr û seqemê jiyana rojane ya xelkê van deveran asteng kiriye. Şêniyên navçeyên çiyayî yên Tirkiyê ji ber barîna befrê û nebûna binesaziya berayî rastî gelek kêşeyan hatine.Her wiha bi saya barîna befrê li deverên kurdnişîn ên Tirkiyê dîmenên bêhempa tên dîtin.