Erdogan: Nabe ti kes bêbingeh dezgeha dadweriyê rexne bike
Serokomarê Tirkiyê li ser girîngiya çaksaziyên di dezgeha dadweriyê da pêgîrî kir û hişyarî da rexnegirên dezgeha dadweriyê bi taybet Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê ku dezgeha dadwerîyê dide ber rexneyan ku vî karî dê dûhatên giran ji wî ra hebin.
Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, îro di merasima nimandina belgeya stratêjiya çaksaziyên di dadweriyê de, bi pêgîriya li ser girîngiya çaksaziyên di dezgeha dadweriyê de, ragihand: Bi cihatina belgeya stratêjiya nû, em ê sîstimeka kara û nû damezirînin ku li ser bingeha desthilatdariyê be û nabe ti kesek bi awayeka bêbingeh rexne li sîstima me ya dadweriyê bigire; axiftinên bi vî rengî dibin sedema lawazkirina pêbaweriya gelanî.
Ev axiftin li dû rexneyên vê dawiyê yên Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê, ji karên dezgeha dadweriyê bi taybet dozgerê Stenbolê hatin gotin. Erdogan bêyî ku bi awayeka rasterast navê Îmamoglû bigire, got: Hin kes bi gotinên pûç hewl didin dezgeha dadweriyê lawaz bikin; Em ê îzn nedin karên wiha derbê li pêbaweriya xelkê ya derheq dadê.