Tirkiye li bakurê rojavayê Sûriyê baregeheke leşkerî çêdike
Navenda nasiyar bi Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand: Hêzên artêşa Tirkîyê ji bo çêkirina navendeke leşkerî li parêzgeha Laziqiyê li bakurê rojavayê Sûrîyê, derbasî wî welatî bûne.
Navenda nasiyar bi Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê îro bi ragehandina vê nûçe got: Leşkerên Tirkiyê bi alavên xwe yên endazyarî û nexşeyê derbasî hinek gundên bakurê Laziqiyê li Sûriyê bûne.
Vê navendê her wiha got: Hêzên artêşa Tirkiyê piştî nexşeberdariya ji bilindahiyên El-Kamiliye alaya welatê xwe li gundên bakurê Laziqiyê çikandine.
Piştî vê kiryarê, rêveberiya navenda nasiyar bi Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê derbarê zêdekirina van deveran ser axa Tirkiyê hişyarî da.
Di hefteyên borî de, firokeyên şer ên Tirkiyê bi hinceta serkutkirina hêzên HSD çendîn caran binesaziyên weke bendava Tişrînê bombebaran kirine.