Fîdan: Rikeberiyên çek û sîlehan li navçê cîhanê ber bi metirsiyê ve kaş dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352329-fîdan_rikeberiyên_çek_û_sîlehan_li_navçê_cîhanê_ber_bi_metirsiyê_ve_kaş_dike
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, îro Şemiyê, ragihand ku rikeberiyên çek û sîlehan li Rojavayê Asiya û navçeya Asiya- Oqyanûsiyê zêde bûne û pêhişyarî da ku ev rewşa dikare cîhanê bixe ber xeter û metirsiyê.
(last modified 2026-07-04T17:02:54+00:00 )
Tesrîn 30, 2024 14:46 Asia/Tehran
  • Fîdan: Rikeberiyên çek û sîlehan li navçê cîhanê ber bi metirsiyê ve kaş dike

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, îro Şemiyê, ragihand ku rikeberiyên çek û sîlehan li Rojavayê Asiya û navçeya Asiya- Oqyanûsiyê zêde bûne û pêhişyarî da ku ev rewşa dikare cîhanê bixe ber xeter û metirsiyê.

Hakan Fîdan, wezîrê karên derve yê Tirkiyê, got: Wekî ku dîrok bi bîra me tîne, gera xerab a rikeberiya çekan û bêbawerî dikarin cîhanê ber bi xeterê ve û destpêbûna şerên navokî ve bibin.

 Wî herwiha tekez kir ku Rêxistina Netewên Yekgirtî ku ji bo parastina aştî û aramiya navnetewî hatiye damezrandin, nekariye erkê xwe temam bike. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê herwiha bal kişand ser pêwîstiya pêkanîna çaksaziyan di saziyên cîhanî di warên curbicur ên siyasî, aborî û dadweriyê de û destnîşan kir ku siyasetên teknîkî bandorê li hevsengiya navneteweyî dikin.