Nerazîtiyên dijî hikûmetê li Tirkiyê li berteka wêdebirina çend şaredaran
Gelê Tirkiyê li hember wêdebirina şaredarên çend bajarên vî welatî nerazîtiya xwe dan diyarkirin.
Nerazîtiya gelê Tirkiyê piştî wêdebirina şaredarên Esenyûrta Stenbolê, Mêrdîn,Batman û Heleftî destpê bûne. Di eynî demê de Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê jî bi weşandina daxuyaniyekê lidarxistina her cure kombûn û xwenîşandanekê li 12 parêzgehên vî welatî qedexe kiriye.
Li gorî daxuyaniya Polîsê Giştî yê Tirkiyê heta niha li bajarên Mêrdîn, Êlih, Rûha, Wan, Amed, Stenbol, Antalya û Edeneyê 140 nerazî hatine desteserkirin.Dîmenê belavbûyî nîşan didin ku li hin cihan nakokiya di navbera neraziyan û hêzên ewlehiyê rastî şîdet û tundiyê hatiye û hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina wan maşînên av reşandinê bi kar tînin.Zêrevanê Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê bi weşandina daxuyaniyekê wêdebirina şaredarên ku xelkê bijartine şermezar kir.