Serokê meclisa Tirkîyê: Ûrsêt û Ukrayn li ber lihevkirinê bûn, Amerîkayê hez nekir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i350852-serokê_meclisa_tirkîyê_Ûrsêt_û_ukrayn_li_ber_lihevkirinê_bûn_amerîkayê_hez_nekir
Serokê meclisa Tirkîyê got: Ûrsêt û Ukraynê di sala 202yê da di muzakireyên li Istenbolê hema bêje lihev kiribûn, lê Amerîkayê nedixwest şer bi dawî were.
(last modified 2024-08-29T12:34:31+00:00 )
Tebax 29, 2024 16:02 Asia/Tehran
  • Serokê meclisa Tirkîyê: Ûrsêt û Ukrayn li ber lihevkirinê bûn, Amerîkayê hez nekir

Serokê meclisa Tirkîyê got: Ûrsêt û Ukraynê di sala 202yê da di muzakireyên li Istenbolê hema bêje lihev kiribûn, lê Amerîkayê nedixwest şer bi dawî were.

Nu`man Kurtulmûş Serokê meclisa Tirkîyê derbara muzakireyên pêkanîna agirbesê di navbera Ûrsêt û Ukraynê yên di sala 2022yê da pêgirî kir: Em gihîştibûn xala dawîn a lihevkirina Ukrayn û Ûrsêtê. Tenha karê divîya bê kirin, ew bû ku em wajoya her du alîyan li Qesra Dolma Bagçeya Istenbolê wergirin, lê mixabin Amerîkayê hez nedkir şer bi dawî were ji ber ku bi rêya şerê li Ukraynê hewil dida parzemîna Ewrûpayê hevgirtî bike û zorê bide ser Ûrsêtê, ji ber vê yekê alozbûna rewşa herêmê ji bo berjewendîyên xwe pêwîst dizanî.

Kurtulmûş herwiha got: Berî her tiştî nêta sîyasî ya alîyan girîng e. Ûrsêtê daxwaza xwe heye. Kîyêv jî divê nêtên xwe yên sîyasî pêş da bibe.