Armancên paşperdeyê yên êrişa Tirkîyê ser kûratîya axa Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i349713-armancên_paşperdeyê_yên_êrişa_tirkîyê_ser_kûratîya_axa_iraqê
Operasyona vê dawîyê ya artêşa Tirkîyê li 40 kîlometrîya kûratîya axa Iraqê û bi awayekî deqîq li Herêma Kurdistanê û parêzgeha Duhokê, bûye sedema berteka nerênî û nereazîbûna derdorên sîyasî û medyayî yên Iraqê.
(last modified 2024-07-20T12:25:49+00:00 )
Tîrmeh 20, 2024 15:50 Asia/Tehran

Operasyona vê dawîyê ya artêşa Tirkîyê li 40 kîlometrîya kûratîya axa Iraqê û bi awayekî deqîq li Herêma Kurdistanê û parêzgeha Duhokê, bûye sedema berteka nerênî û nereazîbûna derdorên sîyasî û medyayî yên Iraqê.

Demek e ku artêşa Tirkîyê operasyoneke berfire ya nû bi idiaya sekinîna hibmerî PKKê dest pê kirîye. Bi vê mebestê jî hêzên xwe li 40 kîlometrîya kûratîya asxa Iraqê bi cih kirîye û ev yeka bûye sedema berteka derdorên sîyasî û medyayî yên iraqî.

Dewleta Iraqê dijî van kiryarên Tirkîyê derketîye û ew ``binpêkirina serwerîya netewî ya xwe`` bi nav kir û ji Enqerê xwest ku vê pirsgirêkê ji rêya danuistandina dîplomatîk û hevahengîya emnî digel Iraqê bişopîne û çareser bike.

Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê di vê çaçrovê da desteyek bi serokatîya Qasim Erecî Rawêjkarê Ewlehîya Netewî şand Herêma Kurdistanê ta bilî agahdarbûna ji rewşa navçeyê, Bexda û Hewlêr helwesteke yekdeng himberî vê mijarê nîşan bidin. 

Tê gotin yek ji binkeyên sereke yên PKK`ê li şarê Şingal ser bi parêzgeha Mûsilê ye, lewma çavdêr ser vê bawerê ne ku xewna sereke ya Trikîyê dagirkirina Mûsilê ye ta k ubi vê rîyê bikaribe çavkanîyên dewlemend ên enerjîyê nemaze nifta wê derê bêxe bin kontrola xwe.