Erdogan: Tirkiye dê planên hevkariya Îsraîl û NATOyê qebûl neke
Receb Teyib Erdogan,Serokomarê Tirkiyê got: Heta dema ku Rejîam siyonîst komkujiya li Xezeyê û erdên Filistînê ranewestîne,Enqere dê planên hevkariya Îsraîl û NATOyê qebûl neke.
Erdogan li di civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê de bal kişand ser pêwîstiya rawestandina Rêjîma Siyonîst ku ne tenê ji bo navçê, belkî ji bo aştî û ewlehiya mirovahiyê jî girîngiay xwe heye û got:
Tirkiyê hemû hêza xwe seferber kiriye da ku kabîneya Îsraîlê agirbesê qebûl bike.
Di vê çarçoveyê de Erdogan bal kişand ser rawestandina danûstandinên bazirganiyê yên di navbera her du aliyan de û biryara Enqerê ya ji bo destwerdana dosyeya Jûînosayda rejîma Îsraîlê li Dîwana Edaletê ya Navdewletî û got: Heta ku li Filistînê aştiyeke mayînde pêk neyê, Tirkiye dê planên hevkariyê yên di navbera Îsraîl û NATOyê qebûl neke.
Wî teqez kir: Heta ku siyaseta Îsraîlî ya komkujî, dagîrkerî û jînosaydê li Xeze û deverên din yên Filistînê bidome, em ê helwesta xwe li hember Îsraîlê neguherînin û emê li pişta Filistînê bisekinin, heta heke zordarên ku ji xwîn, hêsir û dagirkeriyê dixwen wê yekê qebûl nakin.