Nîsan 13, 2024 17:46 Asia/Tehran
  • Kêmasiya bûdceyê li Tirkiyê gihîşt asta herî bilind a di dîroka vî welatî de

Bi işkesta hewldanên hikûmeta Erdogan bo kişandina sermayeyên biyanî, ev welata rastî kêmasiya herî zêde a bûdceyê li dîroka xwe de hatiye.

Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê bi bernameyênnxwe yên bi hellahella nekarî sermayedarên biyanî bikişîne vî welatî ûev welata ji bo wergirtina çavkaniyên diravî hewara xwe biriye Banka Cîhanî.Kabîneya nû ya Erdogan bi hemû îdiayên xwe yên jibo çareserkirina qeyrana darayî û aborî ya vî welatî salek xwe derbas kir.  Lê qeyrana aborî ya li Tirkiyê berdewam dike û dolarê Amerîkî ji 32 lîreyan daneket.

Erdogan par gotibû, eger dengê xelkê bidest bixe dê dolar dayêxîne bin 20 lîreyan, lê di hilbijartinên dawî de ev daxwaz nehat cîbicîkirin û piraniya dengan bi dest nexist.Di halekî de ku giranbûna zama aborî, bêkarî û zextên ji ber deynên bankên biyanî, hikûmet û gelê Tirkiyê xistiye nav tengasiyekê de û partiya Erdogan di hilbijartinên vê dawiyê de rastî şikesteke giran hat, niha Tirkiye rastî kêmasiya herî zêde a bûdceyê li dîroka xwe de hatiye.

 

Serepeyv