Berteka Hemasê li himberî binpêkirina agirbesê ji aliyê Siyonîstan ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i359120-berteka_hemasê_li_himberî_binpêkirina_agirbesê_ji_aliyê_siyonîstan_ve
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hemas, binpêkirina berdewam a agirbesê li zîvala Xezzeyê ji aliyê rejîma Siyonîst ve protesto kir.
(last modified 2026-07-21T16:10:58+00:00 )
Tîrmeh 21, 2026 18:41 Asia/Tehran
  • Berteka Hemasê li himberî binpêkirina agirbesê ji aliyê Siyonîstan ve

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hemas, binpêkirina berdewam a agirbesê li zîvala Xezzeyê ji aliyê rejîma Siyonîst ve protesto kir.

Tevgera Hemasê bi daxûyaniyekê ragihand: Êrişên hovane ku konên awareyan û malên sîvîlên bêguneh dikin armanc destdirêjiya sîstematîk di çarçoveya şerê bi xopan ên Netanyahû ye. Em  bang li navbeynkar û welatên garantorê peymana gairbesê dikin ku bila demlidest jibo rawestandina destdirêjiyên  dagirkeran bikevin tevgerê. Vê tevgerê her wiha bang li NY jî kir ku bila rejîma Siyonîst neçar bike ku berpirsiyariyên xwe li gorî peymana agirbesê cih bîne.