Nîsan 01, 2024 10:29 Asia/Tehran
  • Serketina CHP di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de

Ekrem Îmamoglu û Mensûr Yavaş, du şaredarên xweştivî yên CHPê, Partiya Komarîxwaz a Gel , li Stenbol û Enqerê di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de bi ser ketin.

Partiya Komarîxwaz a Gel di hilbijartinên şaredariyan li parêzgehên Stenbol, Enqere, Îzmîr û parêzgehên rojavayê Tirkiyê de bi ser ket.

Hejmartina sedî 90 dengan li seranserê Tirkiyê bi dawî bû.

Encam nîşan didin Partiya Komarîxwaz ya Gel (CHP) li parêzgehên rojavayê Tirkiyê ji wan li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û çend parêzgehên din  bi ser ketiye û Ekrem Îmamoglu, şaredarê xweştivî yên CHP yî li Stenbolê bi  sedî 50.2 dengan li hemberî hevrikê xwe Mûrad Kurum ji AKP'ê bi sedî 40 dengan pêş ket û li Enqerê Şaredarê CHPê Mensur Yavaş jî bi ji sedî 60'ê dengan li hemberî hevrikê xwe Turgut Alitnûk ji AKPê bi sedî 32'ê dengan bi ser ket.

Partiya Komarîxwaz a Gel di hilbijartinên bajarên Balik Esir, Bûrsa, Çanak Qele, Edîrne, Kerklareli, Tekirdag, Yalva, Ermir, Mersîn û çend bajarên din ên Tirkiyê de bi ser ket û Partiya Komarîxwaz a Gel her wiha  li her du parêzgehên Erdexan û  Adi Yaman li Kurdistana Tirkiye bi ser ket.

Di vê hilbijartinê de piştî Erdogan işkesta sereke bo Îyî partiyê û seroka wê Meral Akşnerê bû. Ev partî li tu parêzgehan bi ser neket. Hejmarek mezin ji sîyasetmedar û berpirsên navdar ên vê partiyê daxwaza îstifaya Akşener ji serokatiya Îyî partiyê kirin.

Serepeyv