Sibat 10, 2024 10:40 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Bêdengiya cîhanê li hemberî Xezeyê hevkariya di Jînosaydê ye

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê derbarê bêdengiya cîhanê li hember bûyerên Xezeyê, hişyarî da.

Hakan Fîdan dilnigeraniya xwe ya li hemberî bêdengiya cîhanê  li hemberî kiryarên Îsraîlê yên li Xezeyê da  diyarkirin û ev yek weke hevkariya di jînosaydaê de bi nav kir.

Fîdan got, Eger komkujiyên li Xezeyê neyên rawestandin,nesekinin, zehmet e ku meriv pêşbînî bike ka dê ev pevçûn çi bi xwe re bîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê her wiha got, niha ti nirxeke exlaqî û ti bingeheke yasayî ya navdewletî nîne ku di nakokiyên paşerojê de bên bikaranîn.

127 roj bi ser şerê li dijî Xezeyê re derbas bûn û artêşa Îsraîlê malên xelkê ,navendên tenduristiyê û nexweşxane û binesaziyên jiyanî yên li zîvala Xezeyê veguherandin meqerên leşkerî.

Serepeyv